Li Silêmanîyê ji ber şoba kolerayê rewşa acîl hat îlankirin

Midûrê Giştî yê Tenduristîyê yê Bajara Silêmanîyê Dr. Sebah Hewramî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 19.06.2022 16:50:12 / Güncelleme: 19.06.2022 16:50:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dr. Sebah Hewrami di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, li bajêr bi 10 kesan şoba kolerayê hat tespîtkirin û 4 hezar kes jî ji ber gazinên êşa zik û ‘emelîbûnê serî li nexweşxaneyan dane.

Hewrami di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ji ber vê şoba kolarayê û ji ber gazinan rewşa bi lez hat îlankirin  û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Kolera nexweşîyeke ku tê zanîn e. em sedem û dermanê wê dizanin. Her wisa em dizanin em ê çawa ji heqî derkevin. Encax nexweşîyeke bi tehlûke ye. Divê welatîyên me pir bi dîqqet bin.”(ÎLKHA)