Dr. Sebah Hewrami di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, li bajêr bi 10 kesan şoba kolerayê hat tespîtkirin û 4 hezar kes jî ji ber gazinên êşa zik û ‘emelîbûnê serî li nexweşxaneyan dane.
Hewrami di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ji ber vê şoba kolarayê û ji ber gazinan rewşa bi lez hat îlankirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Kolera nexweşîyeke ku tê zanîn e. em sedem û dermanê wê dizanin. Her wisa em dizanin em ê çawa ji heqî derkevin. Encax nexweşîyeke bi tehlûke ye. Divê welatîyên me pir bi dîqqet bin.”(ÎLKHA)