Li Hindistanê ji ber lehiyê hejmara miriyan 60î derbas kir

Li bakurê rojhilatê Hindistanê ji ber lehiyê hejmara miriyan ji 60 kesî derbas kir.

Ekleme: 19.06.2022 11:35:34 / Güncelleme: 19.06.2022 11:35:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li eyaleta Assam û Meghalaya ya li bakurê rojhilatê Hindistanê hejmara kesên ku di lehî û hezazê de jiyana xwe ji dest dan derket 63yan.

Li gorî medyaya welêt lehî ji ber barana mûsonê ya bihêz rabûye û 3,1 milyon kes jê tesîrdar bûye. Derheqê 10 kesan de ku 3 jê zarok in hêj tu agahî nehate bidestxistin.(ÎLKHA)