Xwendekarên ku ketin îmtîhana YKSyê derheqê îmtîhanê de axivîn

Li Tirkîyeyê bi milyonan xwendekar, ji bo ku zanîngehek baş qezenc bikin ketin TYTya ku rûniştina ‘ewil ya YKSyê ye.

Ekleme: 18.06.2022 17:05:33 / Güncelleme: 18.06.2022 17:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xwendekar di dema îmtîhanê de ketin dibistanan û malbatên wan jî ji bo ku xwendekar di nav rewşeke xweşik de bikevin îmtîhanê ji hewşa dibistanê jî hatin derxistin.

Xwendekarên ku ketin îmtîhanê derheqê îmtîhanê de nirxandinan kirin.

“Îmtîhanê min gelek zor derbas bû lê dibe ku sebeba neşixulandina min jî hebe”

Îbrahîm Dayanê ku beşdarê îmtîhanê bû derheqê îmtîhanê de fikr û ramanên xwe got û weha axivî, “Min îmtîhanê derbas kir an jî nekir ez nizanim lê gelek zor bû. Û ev zorbûnîya wê jî li ortê ye. Dibe ku ji hinek kesên dinê re ne zor be lê ji bo min gelek zor bû. Sebeba wê jî dibe ku ji ber neşixulandina min be lê matematîk gelek zehmet bû.”

“Mirovê ku şixulîbe di vê sinavê de dikare derbas bibe”

Abdulqadîr Mantarê ku beşdarê îmtîhanê bûbû jî axivî û destnîşan kir ku îmtîhan gelek rehet bû lê ji ber ku ew neşixulîbû zehmet derbas bûbû, ji ber neşixulandina wî gelek pirsan jî vala hêştibû.

“Pirsên paragrafan gelek dirêj bûn, wek ku tu dawîya wê bixweyînî serê wê bîrva bikî bû”

Muhammed Vefa Koyuncîyê xwendekar jî derheqê îmtîhanê de fikr û ramanên xwe got û weha axivî, “Îmtîhan ji bo min gelek zehmet bû ji ber vê min gelek eleqeya xwe pê nanît lê îmtîhaneke wisa bû ku mirov dema ku bişxulîya dikaribû bikara. Pirsên paragrafan gelek dirêj bûn wek ku tu dawîya wê bixweyînî serê wê bîrva bikî bû. Matematîk jî wek her demî zor bû. Tiştê ku ji destê min dihat min kir. Nêzê 70-80 pirsan bersiv da û ez derketim.”

“YKS îmtîhaneke wisa bû ku kesên ku bixebitin dikarin çêbikine”

Veysî Ural jî derheqê fikr û ramanên got û îfade kir ku ew ji îmtîhanê re pir neşuxilîye lê YKS îmtîhaneke wisa bû ku kesên ku bixebitin dikarin çêbikine. (ÎLKHA)