Restorekirina eseren dîrokî yên li Efxenîstanê ji nû ve dest pê dike

Mewlewî Hamdullah Nuamîyê Wezîrê ‘Erd û Pêşveçûna yê Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê, bi Ecmel Meywendîyê Wezîrê Weqfa Kulturê Axa Xanê re hat cem hev û derheqê ji nû ve dest pêkirina restorasyona eseren dîrokî de axivîn.

Ekleme: 18.06.2022 16:20:05 / Güncelleme: 18.06.2022 16:20:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtinê de, Ecmel Meywendîyê Wezîrê Weqfa Kulturê Axa Xanê, ji Wezîr Numarî re derheqê fealîyet û projeyên ku li Efxenîstanê dikin de agahî da.

Meywendî, destnîşan kir ku Weqfa Kultura Axa Xanê, di restorekirin û lêkirina ji nû ve ya eserên tarîxî ya li Efxenîstanê de gelek fealîyetan dike, got ku ew daxwaz dikin pêşîvanîyê bidin projeyên ku hê nehatîne dawîkirin û qedandina wan xebatan e.

Mewlewî Hamdullah Nuamîyê Wezîrê ‘Erd û Pêşveçûnê, ji Weqfa Kultura Axa Xanê re, ji bona ku eserên tarîxî restore dikin û xebatên wan yên dinê sipasan kir.

Wezîr Numanî, dîyar kir ku ew fealîyetên Weqfê bi kêfxweşîyê pêşwazîkirin û di nav kêfxweşîyê de alîkarîyê didin wan û ji bona ku Weqf fealîyetên xwe di nav ciheke û rewşeke baş de bikin dixebitin. (ÎLKHA)