Rûniştina ‘ewil ya YKSyê ku ji 3 milyonî zêdetir namzet beşdar bûn dawî bû

Ji Testa Besatîya Esasa ku rûniştina ‘ewil ya Îmtîhana Sazîyên Hindekarîya Bilind re 3 milyon 234 hezar û 409 namzet beşdar dibin.

Ekleme: 18.06.2022 13:50:29 / Güncelleme: 18.06.2022 13:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rûniştina TYTya ‘ewil ya ê YKSyê di seat 10.15an de dest pê kir.

Ji namzedan re di Testa Tirkî de 40, di Testa Zanîstên Civakî de 20, di Testa Matematîkê de 40, di Testa Fenê de jî 20 bi tevahî 120 pirs hat pirsîn û ji bona van pirsan re jî 165 deqîqe wext hat dayîn.

Hat destnîşankirin ku îmtîhan, di 10 hezar û 537 avahîyê de, di 180 hezar û 601 eywanê de hat tetbîqkirin.

Testên Besatîya Herêmîya (AYT) ku rûniştina duyemîn a îmtîhanê ye, ew ê sibê di seat 10.15an de dest pê bike, ji namzetan re jî ji bona ku ji 160 pirsan re bersiv bidin 180 deqîqe bê dayîn.

Testa Zimanê Xerîba (YDT) rûniştina sêyemîn a îmtîhanê jî ew ê sibê di seat 15.45an de dest pê bike û ji namzetan re jî ji bona ku ji 80 pirsan re bersiv bidin 120 deqîqe bê dayîn.

Derheqê xewta ku di AYT û YDTyê de bê dayîn de tu guherî nehat kirin.

Hat destnîşankirin ku ew ê YDT di zimanên Elmanî, Erebî, Fransizî, Îngîlîzî û Rusî de bê kirin.

Hat daxuyandin ku ew ê encamê YKSyê jî di 20ê Tîrmehê de bê daxuyandin. (ÎLKHA)