Li Emrîqayê êrîş li dêrek hat kirin: 2 mirî û birîndarek

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Alabamaya Emrîqayê êrîş li dêrek hat kirin, di encama êrîşê de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Ekleme: 17.06.2022 14:05:36 / Güncelleme: 17.06.2022 14:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, keseke bi çekdar bi tevî çeke xwe ket nav Dêreka Saînt Stephens Pîskoposlukaya ku li herêma Vestavîa Hîllsa ku girêdayê bajara Bîrmînghama wîlayeta Alabamayê ye û êrîş li derdorê kir.

Di encama êrîşê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 2 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Hat ragihandin ki êrîşdar jî piştî êrîşê ji teref polês ve hat qefaltin.

Derheqê nasnavê êrîşdarê de tu agahîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)