Ji Sîyonîstê îşxalker li Cenînê suîqest: 3 şehîd

Di encama sûîqesta rejima îşxalker ya ku li bajara Cenîna Şerîaya Rojava li erebeyek kir de 3 ciwanê Filistînî şehîd bûn.

Ekleme: 17.06.2022 09:45:33 / Güncelleme: 17.06.2022 09:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin rejima sîyonîst a îşxalker di seatên sere sibê de sûîqestek tertip kir. Di encama sûîqestê de ciwanên ku navê wan Yusuf Salah, Bera Lahluh û Leys Ebu Surur e şehîd bûn û dûre pevçûn pêk hat û 8 Filistînî jî birîndar bûn.

Ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat daxuyandin ku kesên birîndar ji bona ku bên tedawîkirin hatin rakirin nexweşxaneyan.

Di 8ê Sibata sala 2022yan de jî di encama kemînekî de Edhem Mebruke, Muhammed Ed-Dahîl û Eşref Mebselîtê ku endamên Tugayên Şehîdên Eqsayê ne şehîd bûbûn.

Di 2yê Nîsanê de jî di encama kemîneke ku li ser çarrêya Arrabeya Cenînê li erebeyek hatibû kirin de jî Saîb Abahîra, Halîl Tavalîbe ve Seyf Ebu Lubde yên ku endamên Tugayên Qudsê ya ku di rewşa leşkerîyê ya Hereketa Cîhada Îslamîyê ye de hatibûn şehîdkirin.

Xeyn ji van ciwanan di sere salê heta niha de jî 60 Filistînî hatin şehîdkirin. Ji van şehîdan 27ê wan jî ji bajara Cenînê ne. (ÎLKHA)