Banga “Vegerin Mala Xwe” ya Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê hat gohdarkirin

Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê ya ku di Tebaxa sala 2021an de bireveberîyê bidestxistibû, ji bangkirina Muhammed Hasan Ahundê Serokwezîr ku gotibû “Vegerin Mala Xwe” re gelek sîyasetmedar, rayedar û leşker vegerîyan welatê xwe.

Ekleme: 16.06.2022 16:25:32 / Güncelleme: 16.06.2022 16:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Muhammed Hasan Ahundê Serokwezîr, ku di Kanûna Pêşîn ya sala 2021an de gotibû ku, “Em ji hemû penaberên Efxanî re banga vegerandina mala xwe dikin. Êdî li Efxenîstanê hizûr heye.” Deng da û xelqê Efxenîstanê jî, yek bi yek dest bi vedigerina mala xwe dikin.

Di encama xebatên ku Komîsyona Îrtîbata Şexsîyetên Efxan dikin de di nav hefteyeke dawîn de gelek mirovên ku di nav wan de wezîrên bere, sîyasetmedar, rayedarên sazîyê û leşker jî hene vegerîyan welatên xwe.

Muhammed Siddik Chakarîyê ku di hikumeta bere de Wezîrê Karên Dîyanet û Hec, Îrşadê bû, di encama xebatên Komîsyona Îrtîbata Şexsîyetên Efxan de vegerîya welatê xwe. Chakarîyê ku piştî vegerandina xwe li Balafirgeha Kabîlê ji çapemenîyê re daxuyanî da got ku, ew ji bona ku vegerîyaye welatê xwe yê bav û kalen xwe gelek kêfxweş e.

Faruk Wardakê ku di hikumeta berê de Wezîrê Dewletê yê ji Mesulê Karên Parlamentoyê bû jî di nav wan kesên ku vegerîyane welatê xwe de ye.

Dema ku vegerîya daxuyanîyek  belav kir û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku xeyn ji hinek kesan gelek rayedarên berê jî dixwazin ku vegerin mala xwe.

Wardakê Wezîrê berê weha axivî, “Kesên ku vegerandina min dizanin bi min re xeber dan û ji bona ku ew jî vegerin ji min alîkarîyê xwestin, em jî dixwazin li memlekete xwe bibin, em dixwazin ku li welatê ku em li wê hatine dinyayê bila cenazeyê me ji li wê dere bê rakirin ev jî ji bo me şanazîyek e.”

Emanullah Ğalîbê midirê berê yê Şîrketa Ceryanê (Breshna Shirkat) jî ji wan kesên ku di encama xebatên Komîsyona Îrtîbata Şexsîyetên Efxan de vegerîyane malên xwe ye…

Derheqê meseleye de ji teref hikumeta Emîrtîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em wî bi dilşadîyê pêşwazî dikin û ji pisporîya ku li jorê jî hat daxuyandin ve dixwazin ku îstîfade bikin.”

16 leşker jî di nav wan ku di dema vegerandina bireveberîyê de revîyabûn û vegerîyane de ne jî hene.

Leşkerekîyê ku vegerîya jî axivî û destnîşan kir ku ew ji vegerandina xwe yê li welêt gelek kêfxweş e û weha axivî, “Em di serî de tirsîyan, em niha dibînin ku ji me re baş eleqe tê kirin û em bawer dikin ew ê ewakî be. Ez ji hemû kesan re banga vegerandina welêt dikim. Em ji 150 kesan 16 kes vegerîyan, ew ê yên dine jî vegerin, di nav rewşa ragihandinê de ne. Em dixwazin ku xizmetê ji memleketê xwe re bikin û ji Emîrtîya Îslamê re jî ji bona ku ev îmkanê ji me re çê kirine sipas dikim.”

Tê hêvîkirin ku di demen pêşî de gelek Efxanî vegerin mala xwe. (ÎLKHA)