Li Muxlayê 87 koçber hatin xelaskirin

Li navçeya Marmarîsa Muxlayê 87 koçberên ku ji teref hêzên Yunanîstanê ve hatine vegerandin hêla Tirkîyeyê hatin xelaskirin.

Ekleme: 16.06.2022 15:45:31 / Güncelleme: 16.06.2022 15:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin û hat destnîşankirin ku ji wan re îxbarek hat kirin ku li nêzê navçeya Marmarîsa Muxlayê di nav kelekê de koçber hene.

Ekîbên Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyê ku ji bo koçberan hetin sewqkirin li navçeya Marmarîsa Muxlayê 87 koçberên ji teref hêzên Yunanîstanê ve hatine vegerandin hêla Tirkîyeyê hatin xelaskirin.

Hat ragihandin koçberên ku hatine rizgarkirin piştî qontrolên tenduristîyê ji Midirtîya Îdareya Koç a Bajar re hatin teslîmkirin. (ÎLKHA)