Li Dîyarbekirê pevçûna bi çek: Zarokek birîndar bû

Hat destnîşankirin ku li navçeya Rezana Dîyarbekir di navbera 2 koman de pevçûna bi çek pêk hat, di encama pevçûnê de zarokeke ku di loqenteyê dixebitî birîndar bû û 3 erebe jî gûle li wan ket.

Ekleme: 16.06.2022 11:50:36 / Güncelleme: 16.06.2022 11:50:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî îddîayan di seat 19.00an de li Bûlwara Medîneya Taxa 5 Nîsana navçeya Rezan di navbera 2 komên ku di navbera wan de neyartî hebû de pevçûn pêk hat.

Di encama pevçûnê de zarokeke ku li loqenteyê dixebitî birîndar bû. 3 erebeyên ku parqkirîbûn jî bi gûleyan zirarê dîtin.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê pevçûnê re ekîbên polês û tenduristî hatin sewqkirin.

Ji bo kesên şikdar jî bên qefaltin tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)