NY: Li Myanmarê 142 zarok hatin kuştin

Neteweyên Yekbûyî daxuyand, piştî derbeya artêşa Myanmarê di 21ê Sibatê sala 2021an de heta niha 142 zarok canê xwe ji dest dane û 250 hezar zarok jî aware bûn.

Ekleme: 15.06.2022 14:15:34 / Güncelleme: 15.06.2022 14:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tom Andrewsê Raportorê Taybet a NYyê, di çarçoveya rûniştina 50emîn a Konseya Heqên Mirovî ya NYyê de ji bona ku bal li ser rewşa heqên însanî ya li Myanmarê bikşîne daxuyanîyek niviskî da.

Andrews êrîşên derbekaran li zarokan dikin bi “wehşetî” sêwirand û bal kişand ku zarokan jî di “teşebbûsa generalên ku kirina tewandina serî ya li xelqê Myanmarê” de gelek janên mezin dikşînin.

Andrews, di daxuyanîya xwe de weha got, “Artêşa Myanmarê bi wehşînî êrîşî zarokan dike, wan dikuje û bi sîstematîkî heqên mirovan bedkarî dike.”

Andrews, di axavtina xwe de îfade kir ku derbekeran, piştî ku bireveberîya welêt di tarîxa 1ê Sibatê sala 2021an de bidestxist, li giştîyê welêt 142 zarok hatin kuştin, gelekan birîndar bûn û nêzê 250 hezar zarok jî aware bûn. Ji hezar û 400î zêdetir zarok jî bi kêfî hatin binçavkirin.

Andrews di daxuyanîya xwe de daxuyanîya Rêxistina Tenduristîya Cîhanê jî bi bîr anî, bal kişand ku di sala 2022yan de 33 hezar zarok ji ber ku vaksînên xwe yên rûtîn nekirine dibe ku bimrin. (ÎLKHA)



Etiketler: