Yapicioglu di çarçoveya zîyaretê de li Erziromê di avahîya partîya xwe de bi çapemenîyê re hevdîtin kir.
Yapicioglu di hevdîtinê de ji pirsên çapamenîyê re besiv da û destnîşan kir ku ew xelqê û esnafê gohdar kirin û pirsgirêk û daxwazîyên wan hînbûn.
“Mitleqe gerek ji bêexlaqîyê re, ji êrîşên xirab re midexele bê kirin”
Yapicioglu di axavtina xwe de weha got, “Ev bêexlaqî, projeyên wan kesên fitnekar, kesên ku îfsadê dikin û wan mufsîdên ku armanca wan xirabe û bi hinek provakosyonan daxwaz dikin ku bighêjin hinek cihan e. Mirov gerek li hember van tiştan mitleqe şîyar be û tedbîran bên girtin. Gerek ji van bêexlaqîyan, bêedebîyan û êrîşên pîs re mitleqe midexele bê kirin. Em çawa û ji bo çi hatin vê halê, ger li ser vê em bifikirin. Di serî de gerek sîstema me ya perwerdehîyê û tiştên ku heta niha hatine kirin cardin li ber çavan bê derbaskirin. Di binê krîza exlaqê de jî çend sebeb hene. Ji van yek sîstema perwerdehîyê ye. Yê dinê jî weşanên çapemenîyê û medyaya civakî ya ku gelek xirabîyê çêdike û van tiştan bi rehetî didin weşandanê ye. Em ewakî difikirin ku mitleqe gerek ji vê tiştê re dest bê avêtin.”
“Em dîbinin ku em ê dikaribin rayên xwe çend qet zêde bikin”
Yapicioglu ji pirsgirêka xebatên hilbijartina giştî ya HUDA PARê û armancên wî yên hilbijartinê re weha bersiv da, “Xebatên me yên derheqê hilbijartina giştî de hê berdewam dike. Hetta heftekî paşê jî hilbijartin bibe anjî qerara hilbijartinê bê girtin em amade ne. Çîmkî em partîyeke ku tenê di dema hilbijartinê de derdikevin derve û partîyeke ku li gorî wexta hilbijartinê dixebite nînin. Em parîteyeke sîyasî ya ku daîma di nav xelqê de ne, pirsgirêkên xelqê ji devê wan gohdar dikin û ger ku hebe jî çareserîya wan pirsgirêkan li cem wan ji wan re dibêjin in. Ji ber vê yekê van zîyaretên me yên bajaran ger ku hilbijartin tinebûna jî me yê tertîp bikira. Lê em di derheqê hazirîya hilbijartinê de jî difikirin ku ew ê feydeya wê ji me re gelek hebe û di vê çarçoveyê de em difikirin ku ew ê wê rehetîyê jî bide me. Di hilbijartinê de armanca me ya pêşî mayîna li ser îstîqametê ye, pêşî meşandina sîyaseteke bi rast e. Armanca me zêdekirina alîkarîya xelqê li ser rêya rast e. Reqemeke ku me niha danîye ku em ê qasî vê reqemê rayan bigrin tineye. Lê em bawer dikin û ji we re îfade bikim em dibînin ku em ê dikaribin rayên xwe çend qet zêde bikin. Di encama zîyaretên me yên bajaran de tiştê ku em dibînin yek jî ev e. Hêvîdarim ku di demek nêz de gihandina pozîsyonek ku bi sedî, ne bi hezarî were diyar kirin ew ê armanca me be.”
“Îttîfaqên dinê gelek zû û bêdem dest pê kir in”
Yapicioglu ji pirsa ku ew ê HUDA PAR di nav îttîfaqedî cih bigre an jî negire re jî weha bersiv da, “Niha qerareke derheqê îttîfaqê de ku me girtîye tineye lê hê di pêşîya me de ji bo hilbijartinê wextekî ku salekî ye heye. Ji ber vê yekê xeberdayîna îttîfaqan jî hê zûye. Îttîfaqên dinê ji vê karê re gelek zû û bêdem dest pê kirin. Li gorî me bêdem dest pê kirin. Feqet ew, qerara wan e. Em, dema ku wexta wê bê em ê vê meseleyê xeber bidin.”
“Gerek ji êrîşa ku exlaqa civakê tê kirin re bersivek hebe”
Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Gerek azadîya mirovatîyê bê parastin lê azadîyeke ku jîyana yekê dinê xira bike, ewlehîya can, mal, ol, eql û neslê ya yekê bike talûkeyê tuneye. Ji ber vê yekê bi navê hinek kesên ku li gorî daxwazî û kêfên xwe hereket bike, di nav civakê de kirina hereketên ji rê derketî ne azadîye. Ev tişt, ji exlaqa civakê re êrîşek e û mitleqe ji bersiveke vê êrîşê jî hebe. Ger ku vê tiştê televîzyon dikin gerek televîzyon, ger ku vê tiştê wan kesên ku medyaya civakî dixebitînin dikin gerek ew û wan platformên ku ji van tiştan re dengên xwe dernexin derkevin li ber hiqûqê, gerek ji vana re di nav daîreya fermî de hesab bê pirsîn, wan kesan û ew jî bedêla tiştên ku kirine bidin.”
Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de ev tiştê jî got ku gerek ji wan platform û hesabên ku exlaqê xira dikin re li Tirkîyeyê lazim e ku qedexekirina gihaştinê bê kirin. (ÎLKHA)