Li Meksîkayê di navbera polês û çeteyan de pevçûn: 11 mirî û 4 birîndar

Di encama operasyona ku li dijî rêxistinên sûcdar hat kirin de di navbera polês û endamên çeteyan de pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de 11 endamên çeteyê mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 15.06.2022 11:25:32 / Güncelleme: 15.06.2022 11:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku polêsa Meksîkayê li bajaroka Texcaltîtlana ku girêdayê wîlayeta Meksîkayê ye li dijî çeteyan operasyon tertîp kir. Di encama operasyonê de endamên çeteyan bi çekên giran bersiv dan û pevçûn pêk hat.

Hat dîyarkirin ku 11 endamên çete mirin, 4 kes birîndar bûn û 7 endamên çeteyê jî hatin binçavkirin.

Li gorî îfadeyan di encama pevçûnê de 3 polês jî birîndar bûn. (ÎLKHA)