Yapicioglu: Em di nav endîşeyeke ji bo firekirina xebatên islahkirinê de ne

Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Erziromê axivî û weha got, “Em ê çawa bikevin pêşîya wan tevgerên ku îfsadê dikin, çawa pêşîya wan bigrin, em ê xebatên xwe yên islahkirinê çawa zêde bikin… Em endîşeya vê tiştê dikin.”

Ekleme: 15.06.2022 11:05:35 / Güncelleme: 15.06.2022 11:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Erziromê di çarçoveya zîyaretên xwe de bi rîspîyan û temsîlkarên rêxistinên sîvîlan re di Tesîsên Civaka Qonaxa Muceldîlîya Şaredarîya Bajar a Mezin de hat cem hev û hevdîtin kir.

Yapicioglu di axavtina xwe de got ku ew dema ku dest bi parêzerîyê kir di sala 1990îyan de li Erziromê dest pê kir û 2 sal li vê bajarê wezîfe kir.

“Kesên ku fitneyê dikin û wan mufsîdan nasekinin”

Yapicioglu di axavtina xwe de îfade kir ku di demên dawîn de welêt li alîyê meddî di demeke zor û zehmet de derbas dibe lê ew zor û zehmetî di alîyê menewîyê de jî tê jîyankirin û weha li axavtina we zêde kir, “Xuyangên ku bû çend rojên dawî di çapemenîyê de tê nîşandan û em dibînin me gelek tesîrdar dike û dilê me diêşîne. Hinekan exlaqê civakê ji xwe re kirîye hedef, hinekan sazîya malbatê ji xwe re kirîye hedef, hinekan jî li ser civakîyê projeyê xwe yên îfsadê belav dike. Hasilî kelam wan fitnekaran û mufsîdan nasekinin. Bi îzna Xwedê em ê jî qas qeweta me hebe dibêjin ku em ê çawa ji wan tevgerên ku îfsadê dikin re bibin asteng, em ê çawa rêya wan bigrin, em ê çawa xebatên xwe yên islehkirinê zêde bikin û bereket bikin… Em ji bona vê tiştê di nav endîşeyekî de ne, serê xwe jî ji bo vê tiştê diêşînin.”

Em xwedîyê partîyekî ne lê em ne partîperest in

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de destnîşankir ku ew di van zîyaretên xwe de bi kesên ku ne ji partîya wan bin jî ji bo îstîşareyê fikrên wan ji wan digrin û ew nanêrin ku wê kesê ji kîjan partîyêye an jî ji kîjan fikrê ne û li axavtina xwe weha zêde kir, “Belê, em xwedîyê partîyekî ne, partîyekî me heye feqet em ne partîperest in. Em di serî de vê tiştê dibêjin, em dibêjin ku; Rebbê me Xwedê Teala, ji bo me krîterek çêkirîye, krîtera biratîyê jî bi îmanê destnîşan kirîye; dibêje ku ‘Mumin encax birayê hevdû ne’. Ji ber vê yekê em ê krîterên xwe teng nekin û em ê nebêjin ku ev kes ji parîya me ye, ev kes ji fikra me ye an jî fikra wî nêzê fikra me ye. Em dibêjin ku heddê me tineye ku em vê krîtera ku Xwedê Teala ji me re nîşan daye vegerînin. Heqekî me yê wisa jî tuneye. Em hemû muminan wek birayên xwe dîtin, dibînin û em ê ji vê pê ve jî ewakî bibînin.” (ÎLKHA)