Li Entelyayê otobûseke tûrê qelibî: Mirîyek û 22 birîndar

Hat destnîşankirin ku li ser rêya Entelya-Fethîyeyê otobûseke tûrê qelibî, di encama qezayê de geştyarek mir û 22 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 15.06.2022 10:20:32 / Güncelleme: 15.06.2022 10:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûsa tûrê ya ku diçû Entelyayê li ser rêya Korkutelî Fethîye ya li alîyê Karamanê qelibî.

Di encama qezayê de ji rêwîyan yek canê xwe ji dest da û bi tevî şofêr 22 kes jî birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re gelek ambûlansan hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyan û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)