Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Erziromê pirsgirêkên dikandaran gohdar kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, di çarçoveya zîyaretên xwe yên li Erziromê de daxwazî û pirsgirêkên dikandaran gohdar kir.

Ekleme: 14.06.2022 15:20:36 / Güncelleme: 14.06.2022 15:20:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapiciogluyê ku li çar alîyê Tirkîyeyê zîyaretan dike, di vê çarçoveyê de bi tevî endamên teşkîlata xwe li ser Ceddeya Komarîyê bi xelqê re hevdîtinên xwe berdewam dike.

Yapicioglu, di hevdîtinê de pirsgirêk û daxwazîyên dikandaran gohdar kir û bi xelqê re jî mijûlî bû.

Di vê demê de dikandaran ji bo ku Yapicioglu çay vexwe gelek îsraran kirin, bi tevî vexwarina çay pirsên xelqê jî gohdar kir.

Dikandarên ku kêfxweşîya xwe yên ji zîyaretê anîn ziman, destnîşan kirin ku pirsgirêkên welêt yê ew ê esas ekonomî, edalet û bêkarîye, ji Yapicioglu re jî ji bona xebatên wî daxwazîyên serketinê kirin.

Di zîyaretê de Mahmut Îrtemê endamê Sazîya Îdare yê Giştî, Hamdullah Tasali, Muhtesîn Demîrê Serokê Bajêr û endamên teşkîlatê jî beşdarî bûn. (ÎLKHA)