Îngîlîstan penaberan dişîne Ruandayê

Îngîlîstan, plana xwe ya şîyandina penaberên ku bi kelekan li ser Behra Manşê hatine welêt li Ruandaya welatê Efrîqayê ya ku 10 hezar kîlometre dûrê Îngîlîstanê ye dest pê dike.

Ekleme: 14.06.2022 14:40:31 / Güncelleme: 14.06.2022 14:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dadgeha Bilind, qerara tedbîrê ya ku ji bo şîyandina ‘ewil ya penaberan bê girtin qebûl nekir.

Tê texmînkirin ku ew ê koma ‘ewil ya ku 11 kes tê de ne îro bên şîyandin Ruandayê. Hatibû plankirin ku ew ê 31 kes bên şîyandin lê ji ber rêxistinên heqên însanî ku rewşa her penaberê şîyandibû dadgehê, bilêta 20 kesan hatin betalkirin.

Tenkîdkirina Welîaht Prens Charlesê Îngîlîstanê dibe sebeba rakêşîyê û doh jî 31 penaber li ber navenda ku li wê derê tên sekinandin protestoyan kirin. (ÎLKHA)