Li Elmanyayê di kîlîseyê de ji 610 zarokan re îstîsmarîya cinsî hat kirin

Li gorî rapora ku ji teref pisporên ku di Zanîngeha Munsterê de wezîfedarin ve hatîye amadekirin, hat destnîşankirin ku di nav 75 salê dawî de ji 610 zarokan re îstîsmarîya cinsî hat kirin.

Ekleme: 14.06.2022 11:15:31 / Güncelleme: 14.06.2022 11:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi encama lêgerîna 5 pisporên dîrokî yên ji Zanîngeha Munsterê ne û bû 2 sal e vê lêgerînê dikin meleseyên îstîsmarîya cinsî û meseleyên tacîz ên ku di Kîlîseyê de tên kirin eşkere bûn. Di rapora ku ji teref pisporan ve hat belavkirin de, di nav 75 salê dawîn de li mitranîya Munsterê 610 zarok hatin îstîsmarkirina cinsî.

Di ‘eynî raporê de hat îfadekirin ku, ev hêjmar ji vê hêjmara ku hatîye belavkirin 10 qet zêdetir e û dibe ku ev reqemên bi rastî jî li derdorê 6 hezaran be.

Natalîe Powroznîka ku lêgerînê îdare dikir, destnîşan kir ku ev reqeman di navbera sala 1945 û 2020an de dibe ku zêdetir jî bibe.

Hat îddîakirin 5 hezar an jî 6 hezar zarokên qîzîn an jî lawîn ji îstîsmarên mirovê olê yên katolîk tesîrdar bûne.

Di raporê de hat gotin ku 183 rahîb, 196 mirovên olê 5 hezar û 700 caran îstîsmaran kirin e. ji van kesên ku hatine îstîsmarkirin jî 4ê wan kur e û ‘emrên wan zarokan jî di navbera 10 û 14 salî de ne. (ÎLKHA)