Erebeyek û erebeya îtfaîyeyê li hev qelibîn: 3 mirî

Hat destnîşankirin li Yozgatê erebeyek û erebeya îtfaîyeyê li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 14.06.2022 10:40:33 / Güncelleme: 14.06.2022 10:40:33 / Xeberen Kurdi / Yozgat Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya îtfaîyeya aîdê Şaredarîya Bogazlayanê ku di bin kontrola O.H. de bû li çarrêya Sarikaya-Bogazliyanê li erebeyek ku di bin kontrola F.Ç. de bû qelibî.

Di encama qezayê de şofêrê erebeyê F.Ç. û S.Ç. û N.Ç.yên ku di eynî erebeyê de bûn canê xwe ji dest dan.

O.Hyê şofêrê îtfaîyeyê jî hat binçavkirin. (ÎLKHA)