Li Burkîna Fasoyê êrîşa bi çek: 50 mirî

Hat destnîşankirin ku li herêma Sahela Burkîna Fasoyê êrîşa bi çek pêk hat, di encama êrîşê de 50 sîvîl canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 14.06.2022 10:20:34 / Güncelleme: 14.06.2022 10:20:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Lîonel Bîlgoyê Berdevkê Hikumetê, civîneke çapemenîyê tertîp kir, di civînê de got ku şeva şemîya borî hinek kesên ku nasnavên wan nayê zanîn bi çekan êrîş li navçeya Seytengayê kirin.

Bîlgo di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku heta niha ew gihaştine cesedê 50 kesan, lê dibe ku hêjmarên mirîyan zêde bibe.

Bîlgo di axavtina xwe de destnîşan kir ku hikumet ev êrîşa wehşet şermezar dike, ji xelqê re jî, ji bo ku bi hikumetê re derheqê micadeleya bi terorê de banga alîkarîyê kir.

Di encama êrîşa ku 9ê Hezîranê hat kirin de jî 11 leşker canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)