Di ‘emrê xwe yê 85 salî de beşdarî îmtîhana hafiztîyê bû

Serokatîya Karên Dîyanetê li giştîyê welêt “Îmtîhana Tespîta Hafiztîyê Sala 2022” tertîp kir. Li Bûrsayê jî Mercan Taşdemîrê 85 salî beşdarî îmtîhanê bû û dixwaze ku bibe hafiz.

Ekleme: 13.06.2022 16:05:36 / Güncelleme: 13.06.2022 16:05:36 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Ji “Îmtîhana Tespîta Hafiztîyê Sala 2022” ya Serokatîya Karên Dîyanetê ku li giştîyê welêt tertîp kir re Mercan Taşdemîrê 85 salî jî ji Bûrsayê beşdarî bû. Mercan Taşdemîr, li gundê Savaştepeyê 17 sal meletîya fexrî kir. Li gorî sireyê di Mizgefta Çarşîya Somayê de, li navçeya Bergamaya Îzmîrê û li Taxa Dere Çîftlîka Balikesîrê bi ezberî miqabeleyan xwend.

Mercan Taşdemîrê 85 salî, her roj cuzekî Quranê dixweyîne û Quranê di nav mehekî de xetm dike.

Taşdemîrê evîndarî Quranê weha got, “Ez her roj Quranê an bi ziberî an jî bi rûyê wê dixweyînim û xetm dikim. Min di meha Remezanê de 8 xetm xwend. Dema ku ez Quranê dixweyînim mehdê min vedibe û dixwazim ku cardin bixweyînim.”

Mercan Taşdemîrê 85 salîyê ku ketîye Îmtîhana Tespîtkirina Hafiztîyê, di nav hêcanekî de bêvîya encama îmtîhanê ye. (ÎLKHA)