Li Sîteya Sanayîya Organîze ya Diyarbekir şewat derket

Hat ragihandin li Sîteya Sanayîya Organîze ya Diyarbekir a li ser rêbeja Diyarbekir-Erxanîyê şewat derket.

Ekleme: 13.06.2022 15:35:33 / Güncelleme: 13.06.2022 15:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat hînbûn şewat ji ber sedemeke ku hêj nediyar e di fabrîkayeke kozmetîkê de derketiye.

Piştî ku xeber hat dayîn re gelek ekîbên tenduristîyê û îtfaîyê hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Tê diyarkirin xebatkarên di fabrîkayê de bi jehrê ketine û hinek ji wan jî birîndar bûne ku ew bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derheqê sedema derketina şewatê de hêj daxuyanîyeke fermî nehat dayîn. Li derdora cihê bûyerê tedbîr hatin standin û îtfaîye û polês midaxeleyî şewatê dikin.

Ew ê hûrgilî bên…(ÎLKHA)