HAMAS: Berxwedan ew ê wexta herbê nîşan bide

Halîl El-Hayyeyê Serokê Ofîsa Minasebetên bi Dinyaya Îslam û Ereban yê HAMASê, bal kişand herba ku bi rejima îşxalker re bê kirin wexta wê, dest pê kirina wê ya bi çawa û dawîkirina wê ya bi çi şeklê ji teref berxwedana Filistînê bê nîşandan.

Ekleme: 13.06.2022 13:45:32 / Güncelleme: 13.06.2022 13:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

El-Hayye di axavtina xwe de got ku, bireveberîya îşxalê xwe li ser cihukirina Qudsê, valakirina xelqê li wê derê, berdan û dûrxistina hemû kesên ku Mescîdî Eqsayê diparêzin kom kirîye.

Hayye di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku rejima îşxalker plan dike ku li wê derê ji bona cihuyîyan bi temamî bigre û taxên wan şênîyên îşxalker zêde bike, destnîşan kir ku Quds û Mescîdî Eqsa paytexta Filistînîyan e.

El-Hayye îfade kir ku ew, êrîş û planên ku li ser Quds û Mescîdî Eqsayê tên kirin tu dem qebûl nakin û ji hemû ummeta Îslamê jî daxwaz dikin ku bila bi hemû rêyên ji bo parastina li vê deran dest bi hereketê bikin.

Di berdewama axvtina El-Heyye de bal hat kişandin ku rejima îşxalker pirsgirêk û tengasîya ku di nav xwe de dijî, bi polîtîkaya belavkirina li Filistînîyan û derve, li gorî polîtîkayên xwe êrîşan zêde dike, fealîyetên xwe yên ku Qudsê bike cihuyî û ji bo cihuyîyan cihan çêbike jî zêde dike.

El-Hayye di axavtina xwe de dîyar kir ku, herba ku bi rejima îşxalker re bê kirin wexta wê, dest pê kirina wê ya bi çawa û dawîkirina wê ya bi çi şeklê ji teref berxwedana Filistînê bê nîşandan û ew ê berxwedan jî li gorî îşxalê hereket neke.

Hayye, di dawîya axavtina xwe de banga alema Îslamê û Ereban kir ku bila hemûyan ji bo parastina Quds û Mescîdî Eqsayê û ji bo ku rejima îşxalker tenê bihêlin bi tevî hemû rêyan dest bi hereketê bikin. (ÎLKHA)