Ji Meteorolojîyê ji bo 42 bajaran hişyarî

Midirtîya Giştî ya Meteorolojîyê, ji bo 42 bajaran hişyarî da, li herêmên ku hatine dîyarkirin tê hêvîkirin ku barana bi dijwar bibare.

Ekleme: 13.06.2022 11:20:29 / Güncelleme: 13.06.2022 11:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên ku ji teref Meteorolojîyê ve hat belavkirin, li herêmên, Egeya nav, Behra Spî ya rojava, Behra Spî ya Rojhilat, Anadolîya Hindir, Behra Reş Orte û Rojhilat tê hêvîkirin ku baran bi dijwar be.

Ji teref Meteorolojîyê ve ji bo bajarên Edene, Afyonkarahîsar, Amasya, Enqere, Entelya, Aydin, Burdur, Çankiri, Çorim, Denîzlî, Eskîşehîr, Gîresun, Gumuşhane, Colemêrg, Isparta, Mêrsîn, Îzmîr, Qeyserî, Kirşehîr, Qonye, Kutahya, Manîsa, QehremanMereş, Muxla, Nevşehîr, Nîxde, Ordu, Rîze, Semsun, Sêwas, Tokat, Trabzon, Uşak, Wan, Yozgat, Aksaray, Bayburt, Karaman, Kırıkkale, Şirnex û Kinikanê hişyarîya baranê hat kirin.

Hat ragihandin ku bila mirovan ji ber rabûnî, lehî, brûsk, barîna zîpikê, baya bi dijwar bi tedbîr û bi dîqqet bin. (ÎLKHA)