Ji bo Enqereyê hişyarîya lehî û baya bi qewet

Midirtîya Giştî ya Meteorolojîyê, ji 4 bajaran ku Enqere jî di nav de ye re, ji bo lehî û baya bi qewet hişyarî da û got ku mirov bila bi diqqet û bi tedbîr bin.

Ekleme: 12.06.2022 11:05:31 / Güncelleme: 12.06.2022 11:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî nirxên dawîn ku hate kirin; di seatên serê sibê de li giştîyê herêma Marmarayê, di seatên serê sibê de jî ji bo bajarên; Enqere, Eskîşehîr, Çankiri, Qonye, Efyonkarahîsar ew ê baranek bi qewet bibare. Li alîyê Navîna Behra Reş jî ji bo bajarên Çorim, Amasya, Tokat ew ê baranek bi qewet bibare. Ji bo alîyê herêma rojhilat jî di bajarên Erzirom, Qers, Erdexan, Nigde û derdorê Qeyserîyê de dibe ku baranek bi qewet bibare.

Ji ber vê yekê dibe ku lehî pêk bê, dikanên ku li ser ceddeyan in, malên ku li ser ceddeyan in, ji ber lehî û baya bi qewwet bi tedbîr û bi dîqqet bin. (ÎLKHA)