Li Dîyarbekirê di avahîyekê de şewat: Mirîyek

Li navçeya Yenîşehîra Dîyarbekir, di qata 20emîna avahîyeke 25 qatî de şewatek ku sebeba wê nayê zanîn pêk hat. Di encama şewatê de kesek ji dumanê tesîrdar bû.

Ekleme: 12.06.2022 10:55:13 / Güncelleme: 12.06.2022 10:55:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li herêma Seyrantepeya li navçeya Yenîşera Dîyarbekir di seatên êvarê de di qata 20emîna avahîyeke 25 qatî de şewatek ku sebeba wê nayê zanîn pêk hat. Bi xeberdayîna mirovan ji cihê şewatê re ekîbên AFAD, îtfaîye û tenduristî hat sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku şewat bi micadeleyeke dirêj ya îtfaîyeyê hat tefandin. Mirovên ku di nav avahîyê de bûn ji ber şewatê hatin tehlîyekirin.

Hat ragihandin ku nêzê 50 kesan ji şewatê bi xirabî tesîrdar bûn û kesekê ku giran birîndar hat rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)