Li Çekyayê balafireke biçûk ket: Mirîyek

Hat destnîşankirin ku li bajara Moravya Başura Çekyayê balafireke biçûk ket xwarê, di encama ketina balafirê de kesek canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Ekleme: 12.06.2022 10:35:33 / Güncelleme: 12.06.2022 10:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Çekyayê hatine bidestxistin li navçeya Blanskoya ku girêdayê bajara Moravya Başure balafireke biçûk di dema ku xwe daxe ‘erdê ket xwarê. Di encama qezayê de balafirvan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Hat destnîşankirin ku rewşa mirovê birîndar ne giran e û ji bo tedawî bê kirin jî hat rakirin nexweşxaneyê.

Sebeba ketina balafirê jî tê lêgerînkirin. (ÎLKHA)