Di lehîya Enqereyê de kesek mir û kesek jî winda bû

Îsmaîl Çatakliyê Alîkarê Wezîrê Karên Hindir, daxuyand ku di encama lehîya ku Enqereyê rabû de, kesek canê xwe ji dest da û derheqê kesek de jî îxbara windabûnê hat.

Ekleme: 12.06.2022 10:25:33 / Güncelleme: 12.06.2022 10:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îsmaîl Çatakliyê Alîkarê Wezrê Karên Hindir di hîsaba medyaya xwe yê civakî de derheqê lehîyê de daxuyanîyek belav kir, “Me welatîyê xwe yê ku li Enqereyê bi lehîyê re çûbû dît. Xebatên tespîtkirina nasnavê wê hê berdewam dike. Xwedê Teala rehma xwe li wê bike. Li Tatlara Altindaxa Enqereyê jî derheqê windabûna kesê de jî îxbarek hat kirin. Erebeya  wê welatîyê me yê ku bi avê ve çûbû li nêzê newalê hat dîtin. Xebatên lêgerîn û xelaskirinê di koordînasyona AFADê de berdewam dike.” (ÎLKHA)