Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê dikandaran zîyaret kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, li Bêdlîsê di çarçoveya zîyaretên xwe de li navçeya Tetwanê dikandaran zîyaret kir.

Ekleme: 11.06.2022 16:20:37 / Güncelleme: 11.06.2022 16:20:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapiciogluyê ku li çar alîyê Tirkîyeyê zîyaretan dike, di vê çarçoveyê de bi xelqê re hevdîtinên xwe berdewam dike.

Yapicioglu li navçeya Tetwanê bi teşkîlata partîyê re hat cem hev û dûre dikandarên ku li ser Taxa Komarîyê ne zîyaret kir, pirsgirêk û daxwazîyên wan gohdar kir.

Esnaf û welatîyên ku ji zîyaretê dilxweşîyên xwe anîtin ziman, gotin ku di serê pirsgirêkên welat ku di nav de ye de ew ê herî mezin îqtîsad, edalet, bêkarî û xirabûna exlaqê ye, ji Yapicioglu jî ji bo çareserîya van pirsgirêkan alîkarîyê xwastin.

Di zîyaretê de bi tevî Yapicioglu Mahmut Îrtemê endamê Sazîya Îdareya Giştî, Îsmaîl Kocakaplanê ji encamên Sazîya Îstîşareyê, Seyîtxan Aksoy, Cengîz Karakayayê Serokê Bajar yê Bêdlîsê, serokên navçeyê û endamên teşkîlatê jî beşddarî bûn. (ÎLKHA)