Îran: Divê ku em li herêmê derbasbûna neftê asteng bikin

Medyaya ku girêdayê Paşdarê Şoreşên Îslamîyêye daxuyand ku, eger êrîşên ku li Îranê tên kirin berdewam bikin, divê ku li herêmê derbasbûna neftê bê astengkirin.

Ekleme: 11.06.2022 15:01:05 / Güncelleme: 11.06.2022 15:01:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Paşdarê Şoreşên Îslamî di rojnameya ku girêdayê wê ye de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku eger di firotana neftê de ji wan re astengî bê nîşandan ew ê jî li herêmê ji derbasbûna neftê re rê nedin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Niha hêzên pozbilind bi zimanê gef xeberdidin û dibên qey li Tehranê kesên ku ji wan ditirsin hê mane. Bila ji neyar re bê gotin ku dewra lê xe û bireve hat girtin û ew ê li hember hemû êrîşan bersiv bê dayîn, him jî bi şeklekî miseît bê cizakirin.”

Di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Li pîyeseya neftê binhêrin. Eger ku em nikaribin neftê bifroşin hûnê jî dibe ku ji herêmê neftê nikaribin bistînin.” Û hat gotin ku li hember Îranê êrîş û astengîyek berdewam bike ew ê li herêmê ji derbasbûna neftê re îzîn nedin.

Li gorî xeberên ku di medyaya mehellî de hatine bidestxitin, Yunanîstan bi emrê Emrîqayê dest da li ser tankereke ku nefta Îranê bar dikir, Îran jî li hember vê destdayînê dest da li ser du tankerên Yunanîstanê. (ÎLKHA)