Li Bêdlîsê di navbera du malbatan de pevçûn: 3 mirî

Hat destnîşankirin ku li gundê Tîxîpa ku girêdayê navçeya Mutkîya Bêdlîseye, di navbera du malbatan de pevçûnek ku hê sebeba wê nayê zanîn pêk hat, di encama pevçûnê de 3 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 11.06.2022 10:25:32 / Güncelleme: 11.06.2022 10:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li gundê Tîxîpa ku girêdayê navçeya Mutkîyêye di navbera malbatên Umaç û Karataşê de pevçûn pêk hat.

Di encama pevçûnê de Naîf û Meran Karataş li cihê pevçûnê canê xwe ji dest dan, Ozmen Karataş jî giran birîndar bû û hat rakirin Nexweşxaneya Dewleta Bêdlîsê, ew jî li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Hat destnîşankirin ku li derdorê nexweşxane û gund tedbîrên ewlehîyê hat girtin. (ÎLKHA)