Li Nîjeryayê êrîşên bi çek: 32 mirî

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Kadunaya Nîjeryayê êrîş li gundan hat kirin, di encama êrîşan de 32 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 11.06.2022 10:05:32 / Güncelleme: 11.06.2022 10:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Samuel Aruwanê Komserê Karên Hindir û Ewlehîya Hindir yê Wîlayeta Kadunaya Nîjeryayê, daxuyanîyek niviskî belav kir, di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku kesên bi motorsiklêt bûn bi çekan êrîşê 3 gundan kirin, di encama êrîşan de 32 kes canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Aruwan, dîyar kir kesên ku êrîşê kirine xwarinên gundîyan dizîne û gelek xwanî hatine şewitandin.

Li welat di demên dawîn de êrîşên bi motorsiklêtan zêde bûye, ji ber vê yekê di hinek wîlayetan de bi kar anîna motorsiklêtan hatîye qedexekirin. (ÎLKHA)