Li Emrîqayê êrîşa bi çek: 3 mirî û 2 birîndar

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Marylanda Emrîqayê di febrîqeyek de bi çekan êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 10.06.2022 14:15:09 / Güncelleme: 10.06.2022 14:15:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Emrîqayê hatine bidestxistin, di febrîqeya Columbîa Machîne ya li Smîthsburgêye de karkereke febrîqayê bi çek êrîş li hevalên xwe yên febrîqeyê kir.

Di encama êrîşê de 3 karker canê xwe ji dest dan, êrîşdar jî ji cihê êrîşê revîya û di navbera wî û polêsan de jî pevçûn pêk, ji  ber vê yekê êrîşdar û polêsek jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku polês û êrîşdarê birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê.

Ji teref polês ve hat daxuyandin kesê ku êrîşê kirîye zilamekî 23 salî yê ku ji Vîrgînîaliya Rojavayê ye.

Tehqîqata ku derheqê meseleyê de hatîye destpêkirin hê jî berdewam dike. (ÎLKHA)