Şîmşek: Tiştê ku berê însanan dide întîharê tunebûna manewîyatê û hebûna rajêrîya teknolojîyê ye

Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Beşîr Şîmşekê ku derheqê hewadîsên întîharê yên ku di van pêlên dawî de zêde bûne de nirxandin kir destnîşan kir, sedema sereke ya întîharan tunebûna manewîyatê û rajêrîya teknolojîyê ye.

Ekleme: 10.06.2022 12:05:31 / Güncelleme: 10.06.2022 12:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Tiştê ku berê însanan dide întîharê tunebûna manewîyatê û rajêrîya teknolojîyê ye”

Şîmşek di nirxandina ku kir de destnîşan kir, medyaya civakî bû sedem ku însanên ku ji civakê û ji derdora xwe dûr dikevin û bi tena serê xwe dimînin derkevin holê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di van pêlên dawî de em dibînin ku ji ber sedemên curbecur hewadîsên întîharê zêde bûne. Em wek Yekîtîya Medrese û Aliman bawer dikin ev mesele ne meseleyeke ji rêzê ye û divê hemû kes destê xwe têxe bin vî barî û li ser meseleyê biraweste da ku mesele bê çareserkirin.  Mixabin tiştê ku berê însanan dide întîharê tunebûna manewîyatê û rajêrîya teknolojîyê ye. Lewra medyaya civakî bû sedem ku însanên ku ji civakê û ji derdora xwe dûr dikevin û bi tena serê xwe dimînin derkevin holê. Ji ber vê yekê rajêrîya înternet û teknolojîyê dibe sedem ku însan ji hev dûr bikevin û dibe asteng ku însan alîkarîya hev bikin.”

“Xort û ciwanî di gîrdabana bêmanewîyetê de ne”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di van pêlên dawî de ji ber ku xort mubtelayê înternetê bûne û çûyîn û hatina wan a bi ser nas û însanan de nemaye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev sedem a sereke ya întîharan e. Ne mimkûn e însanê ku bi tena serê xwe maye li dijî musîbetan micadele bike û di netîcê de ew kes serî li ya hêsan dide û întîhar dike. Xort û ciwanî di gîrdabana bêmanewîyetê de ne ku ji ber vê yekê întîhar zêde dibin.”

Şîmşek di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir divê bernameyên ku bibin wesîle xort nêzî Xwedê bibin bên tertîpkirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê di serî de dewlet û camîayên Îslamê û hemû kesên rayedar dest bavêjin vî karî. Lewra ji vê ryekê em tev mesûl in.(ÎLKHA)