PKKê li herêma Kurdistanê êrîşî Pêşmergeyan kir

Hat destnîşankirin ku endamên PKKê li ser sînora Kanî Masîya ku girêdayê navçeya Amêdîya Dihokê ye êrîşî pêşmergeyan kirin.

Ekleme: 10.06.2022 09:55:33 / Güncelleme: 10.06.2022 09:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sergeneral Salar Teymurê Mesulê Operasyonên Fermandarîya Zerevanî yê Pêşmergeyê derheqê êrîşê de weha got, “Di seat nêzê 16.30yan de PKKyîyan êrîşî cihê ku hêzên Pêşmerge li wê derê bûn kir. Di êrîşê de roketavêj hat şixulandin.”

Teymur di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşankir ku êrîş ji teref hêzên Pêşmerge ve hat berterefkirin, kesên birîndar anjî mirî  tunene.

PKK, sala borî di 5ê Hezîranê sala 2021an de li navçeya Amedîya Dihokê êrîşî Pêşmerge kiribû, di encama êrîşê de 5 pêşmerge miribûn û 7 pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Di encama êrîşa PKKê ku di 26ê Gulanê li Kanî Masî hatibû kirin de jî endamek Pêşmerge birîndar bûbû.

Alî Teterê Walîyê Dihokê îfade kiribû ku, nêzê 300 gundên nêzê sînora Dihokê ji ber êrîş polîtîkayên xete ya PKKê hatibûn valakirin.

Kanî Masî jî ji ber hebûna PKKê ji teref Tirkîyeyê ve dem bi dem tê bombebarankirin. (ÎLKHA)