Li Koreya Başur di navenda kargehan de şewat: 7 mirî, 46 birîndar

Li bajara Daeguya Koreya Başur di nav navenda kargehek de şewat derket, di encama şewatê de herî kêm 7 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 09.06.2022 09:55:32 / Güncelleme: 09.06.2022 09:55:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, li bajara Daeguya ku 300 kîlometre li başurê Seula paytext e, di nav navendeke kargehan ya ku 7 qat e de şewatek ku hê sebeba wê nayê zanîn pêk hat.

Hat destnîşankirin ku piştî şewatê ji navenda kargehan re gelek ekîbên îtfaîye, tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Di encama midexeleya îtfaîyeyê de agir hat tefandin lê gelek kes jî ji dûmanê tesîrdar bûn.

Hat dîyarkirin ku 7 kesên ji dûmanê tesîrdar bûne canê xwe ji dest dan û 46 kes jî birîndar bûn.

Polês, derheqê sebeba şewatê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)