Li Peruyê di nav madenvanan de pevçûn: 14 mirî

Li herêma Arequîpaya Peruyê di navbera madenvanan de pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de 14 kes canê xwe ji dest dan û herî kêm 31 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 09.06.2022 09:45:32 / Güncelleme: 09.06.2022 09:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li bajaroka Caravelîyê di navbera endamên şîrketên Atîco Calpa û Calpa Renaceyê û madenvanên ne fermî de pevçûn pêk hat.

Di encama pevçûna ku bi midexeleya endamên ewlehîyê dawî bû de 14 kes canê xwe ji dest dan û herî kêm 31 kes birîndar bûn.

Ji teref rayedaran ve hat destnîşankirin dibe ku hêjmarê mirîyan zêde bibe.

Li gorî Wezareta Maden û Enerjîyê, Peru, di sala 2021an de bi hilberîna 96,6 ton zêrê li Emrîqaya Latîn hilberînerê zêran ya ew ê herî mezin bû ye.

Li Peruyê ji bona hilberîna zêran, piranîyê bêşekaran, ji cihên feqîr û dûr têne. (ÎLKHA)