Li Elmanyayê erebeyek ket nav qelebalixê: Mirîyek û 30 birîndar

Li Berlîna paytexta Elmanyayê şofêrêk erebeya xwe li ser qelebalixê ajot, di encama ajotina erebeyê de kesek mir û 30 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 08.06.2022 16:15:33 / Güncelleme: 08.06.2022 16:15:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Elmanyayê hatine bidestxistin, li rojavaya Berlînê şofêrek erbeya xwe li ser qelebalixê ajot.

Di encama meseleya ku kesek mir de herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku rewşa hinek birîndaran giran e.

Li gorî daxuyanîyên ku ji teref rayedarên polêsan ve hat belavkirin hat îfadekirin ku şofêrê erebeyê hat binçavkirin. (ÎLKHA)