Li Rihayê di nav mala şînê de pevçûna bi çek: Mirîyek

Li navçeya Pirsusa Rihayê di nav maleke şînê de di navbera eqrebeyên ku neyarên hevdû bûne de pevçûna bi çek pêk hat, di encama pevçûnê de kesek canê xwe ji dest da.

Ekleme: 08.06.2022 15:05:30 / Güncelleme: 08.06.2022 15:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî îddîayan li Mala Şînê ya Hecî Abdullah Ateşê ku li Taxa Hurrîyetê ye, kesên ku di navbera wan de neyartîya xwîndarîyê hebû ne di mala şînê de hevdû dîtin. Ji ber vê yekê di navbera wan de pevçûna bi çek pêk hat.

Di encama pevçûnê de Mehmet Ateş giran birîndar bû.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê pevçûnê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mehmet Ateş bi ambûlansê hat rakirin Nexweşxaneya Dewleta Surucê, li vê jî digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat destnîşankirin ku piştî meseleyê tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)