Li Îtalyayê 4 ton kokaîn hat bidestxistin

Polêsa Îtalyayê di encama xebatê xwe yê salekî de ji 4 tonî zêdetir kokaîn bidestxist.

Ekleme: 07.06.2022 11:05:31 / Güncelleme: 07.06.2022 11:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref polêsa Îtalyayê ve hat daxuyandin, di encama operasyona ku li çeteya tiryak a Clan del Golfoya Kolombîyayî hat kirin de 4,3 ton kokaîna ku qîmeta wê 240 milyon euroye hat bidestxistin.

Di encama operasyonê de nêzê 2 milyon euro pere jî hat bidestxistin.

Hat destnîşankirin ku derheqê tiryakê de ji Îtalya, Slovenya, Hirvatîstan, Bulgarîstan, Hollanda û Kolombîyayê 38 kes hatin tespîtkirin û derheqê wan de qerara qefaltinê hat derxistin.

Hat îfadekirin ku ev di encama xebata salekî de vê operasyonê kirin. (ÎLKHA)