Rejima sîyonîst a îşxalker, di sala 2022yan de 300 xanîyên Filistînîyan xira kir

Ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat destnîşankirin ku rejima sîyonîst a îşxalker di serê sala 2022yan heta niha de li Quds û Şerîaya Rojava 300 xanîyên ku aîdê Filistînîyan e xira kir.

Ekleme: 07.06.2022 10:40:29 / Güncelleme: 07.06.2022 10:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Koordînatorîtîya Karên Însanî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî, bîlançoya xirakirina sîyonîstên îşxalker ya ku di 5 mehên ‘ewil ya sala 2022yan de li herêmên ku di bin îşxalê da ne kirine daxuyand.

Rejima îşxalker, di nav 5 mehan de li Şerîaya Rojava 300 xanîyên Filistînîyan xira kir.

OCHA, di daxuyanîya xwe de weha got, “Eger ku xirakirin bê kirin ew ê jê 42 zarok tev de 74 kes bi zorê bên tehlîyekirin. Di avahîyeke ku bê xirakirin de du malbat ew ê di nav 2 salan de du car ji cihê xwe bibin.” (ÎLKHA)