HUDA PAR: Hedefgirtina çarşefê ya ku Îslamê bi bîr tîne nayê qebûlkirin

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derheqê rojeva hundir û derve de daxuyanîya nivîskî hat belavkirin.

Ekleme: 06.06.2022 17:20:39 / Güncelleme: 06.06.2022 17:20:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê hedefgirtina çarşefê ya ku Îslamê bi bîr tîne, muameleya Îngîlîstanê ya pênaberan dike, qerara rejima îşxalker û embergoya ku ji neftê re tê kirin de nirxandinan hat kirin.

"Li welatê me ku welatekî îslamî ye, nirxên îslamî her roj zêdetir rastî êrîşan tên."

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku bawerî bijartina ferdî ya her kesî ye û tu kes nikare bi zorê bibe bawerî û azadiya baweriya her kesî di bin temînata Îslamê de ye, îslama ku civakeke exlaqî dihesibîne, diafirîne. Çarçoveyek hem ji bo cîhana hundurîn û hem jî ji bo jiyana civakî ya kesan bê sazkirin.

Mîrasa îslamê ya hizrî, hiqûqî, zanistî û exlaqî zêdeyî hezar sal e ku derbas nebûye û tê gotin ku ev mîrateya herî girîng a têgihîştina şaristaniyê ya mirovahiyê ye û di vê wateyê de hat destnîşankirin ku çîmentoya dîwarê exlaqî yê civaka Tirkiyeyê Îslam e.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Li welatê me ku welatekî îslamî ye, nirxên îslamî her roj zêdetir rastî êrîşan tên û civak ji koka xwe dûr dikeve. Tecrîda Îslama ku nîzameke jiyanê ye, ji jiyana civakî bi sînordarkirina wê bi hin îbadetan re û girtina wê di çarçoveyek teng de, dibe sedem ku dirûşmên îslamî bêqîmet bên dîtin.

Hîcab yek ji ferzên Îslamê ye û yek ji prensîbên azadiya dînî ye ku her kes bawerî, îbadet û kincên xwe pêk bîne. Heqaretkirina perdeya ku wek nîzama oleke ku hema bêje hemû civaka Tirkiyeyê jê re tê dîtin, rasterast heqareta dînê ye. Di vê çerçoveyê de îşaretên weke şaşik, turban û çarşefa ku di roja me ya îro de Îslamê derdixe holê, hem ji aliyê çandî û hem jî ji aliyê kevneşopî ve, nayê qebûlkirin. Êrîşên li dijî Îslamê û dirûşmên Îslamî di tu şert û mercan de nikarin di çarçoveya azadiya ramanê de bên nirxandin. Her helwest û tevgerek berovajî vê divê bê şermezarkirin.”

Rojava vê carê bi sirgûnê krîzeke nû ya mirovî çêdike

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Îngilîstanê plana şîyandina koçberên li welatê xwe bo Ruandayê bi cih aniye, hate gotin ku Îngilîstana ku bi peymana 120 mîlyon lîreyî ya bi Ruandayê re koçberan sirgûn kiriye, ew armanc dike ku ji mesulîyetê bireve.

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku nûçeyên li ser bûyerên xwekuştinê yên koçberên ku ji şîyandina wan ditirsin, metirsîdar in û daxuyanî weha hat domandin, "Rojavayê ku di mijara koçberiyê de keştiyên penaberan binav dike û kesên jiyana penaberan rizgar kirine ceza dike, vê carê jî bi sigûnê krîzeke mirovahîyê ya nû ava dike. Vê pêngava sirgûnê ya Îngilîstanê, ji bona Ewrupayê ku di her firsendê de berpirsyariya xwe ji holê radike re jî ew ê bibe mîsal û ew ê sirgûna penaberan bi li hember bertilê ji bona welatên dinê jî belav bibe. Ji ebr vê yekê bi acîlî bi hevkarîya navneteweyî polîtîkayeke berfireh a koçberiyê bê avakirin û beriya her tiştî ji bo ji holê rakirina sedemên koçberiyê xebat bên kirin."

Dive ku zext li ser rêvebirên hevkar bê kirin heta ku ew têkilîyên xwe ji rejima sîyonîst qut bikin

Di daxuyanîyê de derherqê meclîsa îşxalê qerara ku bi tevî zanîngeha li hemû sazîyên ku rejima îşxalker ji wan re alîkarî dide bila ala Filistînê daneleqînin qebûl kiribû de jî nirxandina kir û weha hat gotin, “Rejima îşxalker, ne bi tenê alê, ew armanc dike ku bi tevî alê hemû Filidtînîyan qut bike û ji ber vê yekê her roj bihendaza qetlîam û xirakirinên xwe zêde dike, wan Filistînîyên ciwan qetil dike. Wan terorîstên ku bi sîvîlî xwe nîşan didin jî provokasyonên xwe yên ji Mescîdî Eqsayê re berdewam dikin.

Bêdengmayîna Misilmanan jî bi tevî zilma îşxalkeran zêde bûûye, Filistînîyan hatine terkkirin ji rehma îşxalkaran re. Bireveberîyên ku ji bo bi rejima îşxalker re normalî bikin ketine nav sireyê, mesulê esas ya vê zilmê ne. Hemû raya giştî yê Misilmanan jî li hember zilma sîyonîstên îşxalker bi lez dest bi hereketê bikin. Dive ku zext li ser rêvebirên hevkar bê kirin heta ku ew têkilîyên xwe ji rejima sîyonîst qut bikin. Nexwe ew ê ne mimkin be ku bikevin peşîya qetlîamên îşxalkeran, heta ku Misilmanan bêdeng bimînin, wan îşxalkerên zalim ew ê zêdetir har bibin.”

Embargoyên neftê ew ê herî zêde welatên feqîr tesîrdar bike

Di berdewama daxuyanîyê de bal hat kişandin ku wan hêzên emperyal, ji bona ku hegemonîyên xwe û rehetîyên xwe yên meddî berdewam bikin xelqan bi hevdû re didin herbkirinê û di giştîyê dinyayê de rakêşî û berberîtîyê dikin, mîsala ev tiştê jî di herba Ukrayna-Rusyayê de tê dîtin.

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku Emrîqa û Yekîtîya Ewrupayê, di çarçoveya ku li Rusyayê embargoyê dikin de, gavê xwe yên qedandina standinê neftê dan lezadinê û daxuyanî weha berdewam kir, “Pêşniyara ambargokirina nefta xav a Rûsyayê ya bi rêya behrê an jî bi borîyan di nava şeş mehan de û hilberên rafînerkirî heta dawiya salê, piştî danûstandinên dijwar, hefteya borî ji Komîsyona Ewropî re hate şîyandin. Bi tetbîqkirina vê qerarê ew ê krîza ku di enerjîyê de tê jîyankirin mezintir bibe, fîyetên neftê jî gelek zêde bibe. Rusya jî ji bona firotina nefta xwe ew ê zorîtîyê nekşîne. Ew ê ku bibe li wan welatên feqîr û ew ê ku hatine îstîsmarkirin bibe. Di serî de welatên Efrîqayê bi tevahî jî hemû welatên ku feqîr hatine hêştin ew ê hemû qezencên xwe bidin neftê, pirsgirêkên îqtîsadî yên ku xelq dikşîne ew ê zêdetir bibe.

Di dawîya daxuyanîyê de weha hat gotin, “Eşkereye ku sazîyên ku hene, Neteweyên Yekbûyî û sazîyên navneteweyîyên dinê ev çerxa îstîsmarkirinê nikarin ji ortê rakin. Di vê rewşê de ji bona ku dinyayekî ‘adil bê avakirin, xelq û welatên ku hatine îstîsmarkirin gerek rabin pîya û bi tevî sazîyên ku di nav hev de avabikin li hember vê îstîsmarkirinê yekîtîyek bikin.” (ÎLKHA)