Piştî 2 salan qefîleya hecê ya ‘ewil ew ê sibê birêkeve

Ji Tirkîyeyê jî ji bona îbadeta hecê qefîleya ‘ewil ew ê sibê birêkeve.

Ekleme: 06.06.2022 13:35:34 / Güncelleme: 06.06.2022 13:35:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji îbadeta hecê ya ku ji ber sebeba pandemîyê bû du sal e hatibû qedexekirin û bi 37 hezar  770 kesî hatibû sînorkirin re ji Tirkîyeyê jî ew ê îsal ji bona îbadeta hecê biçin Erebîstana Siûdî.

Qefîleya ‘ewil ew ê di tarîxa 5ê Hezîranê de jiTirkîyeyê birêkeve.

Piştî temamkirina îbadeta hecê qefîleya ‘ewil ew ê di tarîxa 14ê Tîrmehê de vegere Tirkîye.

Lazimatîya ku ji wan kesên ku biçin hecê bê daxwaztin jî ev e ku wan namzedên hecê gerek di binê 65 salî de bin, gerek vaksîna wan tam be û berîya 72 seat ku werin qraltîyê gerek testa wan ya PCRê ya negatîfê hebe. (ÎLKHA)