Îşxalkerên sîyonîst êrîş li Mescîdî Eqsayê kirin

Xespkerên cihûyî, bi beheneya ayîna Talmudê li alîyê Derîya El-Megarîbe (Fas) êrîş li Mescîdî Eqsayê kirin.

Ekleme: 06.06.2022 11:35:33 / Güncelleme: 06.06.2022 11:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yehuda Glickê ku bi xebatên xwe yên ku daxwaz dike Mescîdî Eqsayê bike îbadetxaneyeke cihûyîyan û bi fikrên sîyonîstî tê naskirin, îro êrîşeke nû li Mescîdî Eqsayê kir. Êrîşê Glick, di bin parastina polêsên rejima îşxalker de hat kirin.

Hat desnîşankirin ku Glîck, bi tevî gelek cihûyîyên ku girtîye cem xwe di li Derê Magrîbîyan de ket nav Mescîdî Eqsayê. Di nav mescîdê de gerên provokatîf kirin û Misilmanan aciz kirin, dû re ji Derê Sîlsîleyê derketin derve.

Yekîneyên sîyonîstên îşxalker, ji bona ku ji plana Mescîdî Eqsayê di navbera Misilman û Cihûyîyan de parve bike re rê çêbike, van êrîşan teşwîq dike. (ÎLKHA)