Nêçîrvan Barzanî: Em piştevaniyê li hemû pêngavên ji bona çareseriyê dikin

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê doh li bajarê Hewlêrê pêşwaziya li şandeyeka endamên serbixwe yên Parlementoya Iraqê kir.

Ekleme: 06.06.2022 10:40:31 / Güncelleme: 06.06.2022 10:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, gefên li pêşiya xebatên ji bona li hevtêgihiştina aliyên siyasî û derbasbûna Iraqê ji vê rewşa siyasî ku tê da xetimiye hatin gotubêj kirin.

Şandeya mêvan ji Serokê Herêma Kurdistanê ra behsa armanca serdana xwe ya ji bo Hewlêrê kir û diyar kir ku ew dixwazin digel Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî civîn û danûstandinan bikin da ku aliyên siyasî li hev nêzîk bibin û rêyekê vebînin ku rewşa siyasî ya Iraqê ji vê rewşa ku têda xetimiye rizgar bikin.

Barzanî ji şandeya mêvan ra got ku ew piştevaniyê li hemû pêngav û xebatên wan yên ji bona li hev nêzîkkirina aliyên siyasî û derbaskirina hemû pirsgirêk û dijwariyên li pêşiya prosesa siyasî li Iraqê hene dike û hêvî xwest ku di kar û xebatên xwe da serkeftî bin û encamên baş bi dest bixin.(ÎLKHA)