Li Iraqê ji ber tayê 23 kes canê xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristî ya Iraqê daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de rewşa weqayên tayê ya îsalê belav kir.

Ekleme: 04.06.2022 16:55:31 / Güncelleme: 04.06.2022 16:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku, di nav çend mehên dawîn de di 136 kesan de vîrûs hat tespîtkirin, di weqayan de hêjmarên mirîyan jî bû 23 kes.

Ta, li Iraqê bi taybetî li cihên ku heywan di nav şertên xirab de tên jîyankirin de tê dîtin. (ÎLKHA)