Li Hîndîstanê teqîn: 8 mirî û 15 birîndar

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Uttar Pradeşa Hîndîstanê di nav febrîqeyeke kîmyewî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de herî kêm 8 karker canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 04.06.2022 16:35:12 / Güncelleme: 04.06.2022 16:35:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, li herêma Habura Uttar Pradeşayê qazana febrîqeyeke kîmyewî teqîya.

Ji ber tesîra teqînê hinek febrîqeyên derdorê jî zirarê dîtin.

Di encama teqînê de li herêmê şewat derket û ji cihê teqînê re ekîbên îtfaîye hatin sewqkirin. Şewat jî di encama xebata nêzê 3 seatî de hat tefandin.

Ji teref polês ve hat daxuyandin ku di encama teqînê de 8 karker canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)