Rejima îşxalker ji qirara lêkirina 820 xanîyên ji bona cihûyîyan re tesdîq da

Komîteya Mehellîya Înşeat û Plankirina bi gotin ya rejima sîyonîst a îşxalker, ji projeya li Qudsê 820 xanîyên ji bona cihûyîyan bê lêkirin re tesdîq da.

Ekleme: 04.06.2022 15:40:31 / Güncelleme: 04.06.2022 15:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di sîteya înterneta şaredarîya qudsê ya rejima îşxalker de hat destnîşankirin ku ew ê proje bi du qedemeyan bê tertîpkirin.

Li gorî vê projeyê ew ê di qedemeya yekem de li derdorê Îstasyona Tirêna Osmanîyê 130 xanî bê lêkirin. Ew ê di qedemeya duyemîn de jî di çarçoveya betalkirina xeta ku Quds û Şerîaya Rojava ji hevdu diqetîne bi parelelê Xeta Şîn (El-Velîce -  El Kamun)ê 490 xanî bên lêkirin. Bi vê şeklê ew ê cihên cihûyîyan zêde bibe.

Bal hat kişandin ku şaredarîya rejima îşxalker Îstasyona Tirêna Osmanîyê ya ku li ser rêya tirêna Yafa-Qudsê ye bi piranî xira kirîye û cihê dinê jî ew ê bike xanîyên cihûyan.

Hat destnîşankirin ku ev projeya lêkirina 820 xanîyan armanca zêdekirina hebûna cihûyîyan û rakirina Xeta Şînê ye.

HAMAS jî ji qebûlkirina rejima îşxalker ji vê projeyê re bertek nîşan da. (ÎLKHA)