2 zarokên ku ketin nav Çemê Dîcleyê winda bûn

Li navçeya Cizîra Şirnexê 2 zarok ketin nav Çemê Dîcleyê û bi avê ve çûn û winda bûn. Xebatên lêgerînê ya ekîban berdewam dike.

Ekleme: 04.06.2022 14:09:59 / Güncelleme: 04.06.2022 14:09:59 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku doh di seatên êvarê de Îdrîs Putru (17) û Zekerîya Negîz (13), li Taxa Nurê ji bona ku honik bibin ketin nav çem û bi avê ve çûn û winda bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê meseleyê re ekîbên lêgerîn-xelaskirin û polês hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê ya ekîbên ku girêdayê şaredarîyêne berdewam dike. (ÎLKHA)